Pêşhateyên dawî yên Efrînê li gorî Navenda DemoqratîK ya Mafên Mirovan
Pêşhateyên dawî yên Efrînê li gorî Navenda DemoqratîK ya Mafên Mirovan

Pêşhateyên dawî yên Efrînê li gorî Navenda DemoqratîK ya Mafên Mirovan

6:10:20 PM

RojavaNews: Operasyona leşkerî  ya dewleta  Tirkiyê li ser Efrînê berdewam e. Derbarê pevçûnan di navbera Atrêşa Tirkiyê û grûpên Mertala Feratê yên ser bi dewleta Tirkiyê ve û çekdarên YPG ketine roja  xwe yê heştdeh û ta niha di wan şer û pevçûnan de  du kes bûn qurbanî  û çar jî  birîndar bûn.

Roja Duşemê gundewarên Efrînê rastî  topbaran û bomberbaranên  tund hatine.  Li Rojhilata navçeha Şera  û bi taybet gundên Dîkmedaşê, Ereb Wêranê, Meiriskê, Qitmê  hatine topbarakirin û pevçûnên giran di navbera  herdu aliyan de hatin rûdan û bi taybet li derdora gundê Dîkmedaşê.

Herwiha, li navçeha Raco, balefirên cengê  yên Tirkiyê navenda Raco topbaran kir û gelek zîyanên madî giheşte mal û mikên welatiyên wê navçehê û di nav wan de xala Hêva Sor ya Kurdî û dibistanek hatin ermanckirin û sivîlên wê navçehê berê xwe dane navenda bajarê Efrînê û ta niha topbaran bedewam e.

Herwiha, li navçeha Bibilê  bomberbarn û pevçûnên giran hatin rûdan û çekdarên YPGê xalên berê ji dest wan çûne di rojên berê de bi dest xwe xistin.

Li Başûr Rojavayê navçeya Cindirêsê, gundên Hemamê,  Hesîrkê, Axceliyê û herwiha navenda Cindirêsê bi tundî hatin topbarankirin.Herwiha, di encamên topbaranan de welatiyek bi nave Îse Îse 67 salî birîndar bû.

 Li gorî Navend Demoqratî ya Mafên Mirovan li Kurdistanê,  du çekdarên YPGê  bi navê Ebdo Hesen ji Cindirêsê  û Mihemed Hebeş ji Alkana  bûn qurbanî  û sê welatî di encama şer de  birîndar bûn.

Çekdarên Metala Feratê bi piştevaniya dewleta Tirkiyê  operasyona xwe ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” li dijî Efrînê di 20ê meha bihûrî de destpê kir û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e û Herêma Efrînê bi giştî dorpêçkirî ye, tevî zêdebûna hejmara qurbaniyan û  kêmbûna pêdiviyên jiyanê.