ENKSê derbarê revandina 3Endamên PDK-Sê li Efrînê ji aliyê PYDê ve daxuyaniyek belav kir
ENKSê derbarê revandina 3Endamên PDK-Sê li Efrînê ji aliyê PYDê ve daxuyaniyek belav kir

ENKSê derbarê revandina 3Endamên PDK-Sê li Efrînê ji aliyê PYDê ve daxuyaniyek belav kir

1:05:15 PM

RojavaNews :Encumena Niştimanî a Kurdî li Sȗriyê ,kiryarên kînê ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ȗ çekdarên xwe ,derbarê revandina her3ê endamên Partiya Demokrat a Kurdistana –Sȗriyê li Efrînê bi tundî ,şermezar kir.

ENKSê di daxuyaniyekê de,roja Çarşemê,ji PYDê xwest ku siyaseta xwe ya giravkirina rastiyan rawestîne,ȗ her sê endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ku li Efrînê girtiye ser malên wan ȗ revandine,ȗ hemȗ heval ȗ xebatkarên ENKSê, di zindanên xwe de,serbest berde.

çekdarên PYDê,her 3ê endamên Komîteya Navçeyî ya PDK-Sê,Mihemed Henîf Mehmȗd ȗ Hikmet Genco Genco , ji gundê Mêrkanê , ȗ Arif Mihemed Elî ji bajarokêMobata,ji malên wan yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê revandin,ȗ çareseriya wan ta vê demê nediyare.

Emîndariya Giştî yaEncumena Niştimanî a Kurdî li Sȗriyê ENKSê,ji miletê Kurd ȗ tevahiya Partiyên Kurdistanî xwest ku,van kiryarên PYDê ku dijî berjewndî ȗ yekrêziya Kurdîye,şermezar bikin,ȗ fişarê li ser bikin ,da vê doseyê bigre ȗ rawestîne,ȗ rewşa Efrîna Rojavayê Kurdistanê ȗ miletê me yê Kurd ,ji berjewendiyên xwe yên partînî re,hew bikar bîne.

E.U