8:51:59 AM
RojavaNews: Nûnertiya Ewrûpa ya Encûmena Niştimaniya Kurd, roja, Yekşemê li vejandina şeşemîn ya terorkirina pakrewanê nemir, Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Nesredîn Birhik li bajarê Durtmondê ya Almanyayê li ser vexwendina rêxistina Ewrûpa ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya beşdar bû.
Birêz Koman Husên axaftina nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê pêşkêş kir û di wê axaftinê de li ser dilpakiya pakrewan û rola wî ya bê rawestan ji bo doza gelê Kurd axivî ku wî canê xwe dabû ji bo wê dozê, di heman demê de gelek gotin bi boneya wê bîraniyê hatin pêşkêşkiri n ji wan:
- Axaftina Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya ji aliyê mamoste Nafie Peru ve hat pêşkêşkirin
- Axaftina rêxistina Dosldirofê ya Partiya Demorata Kurdistanê Îraqê ji aliyê mamoste Ehmed Qumaş hat pêşkêşkirin
- Axaftina parêzer Îmad Mûsa li ser helwestên wî yên mêrantî di zindanê de
- Helbestnan Elwan Şivan du helbest ji bo pakrewan pêşkêş kir
- Axaftina malbata pakrewan Mihemed Eta Birhik pêşkêş kir
Di vejandina sla vegerê de gelek Partî û Rêxistinên Kurdistanê û Kurdên li wir başdar bûn û filmek dukyomenterî li ser jiyana pakrewan hat pêşkêşkirin.
25/02/2018
Ofîsa ragihandinê ya Nûnertiya Ewrûpayê ya Encûmena Niştimaniya Kurd
