9:55:02 AM
RojavaNews: Piştî pejrendina Encûmena Ewlekariya Navdewletî li ser pirojeya biryara agirbestekê li seranserî Sûriyê bo mawey 30 rojan ku têde bi piranî deng bo agirbestê dabûn , tevî hikometa Turkiyê û çekdarên YPG li ser wê biryarê rihetiya xwe dane xuyakirin , hêzên Turkiyê û çekdarên YPG binpêkirin di wê biryarê de pêkanîn.
Piştî ragihandina biryarê bi demeke kurt balafirên Turkiyê gundê Tetera û navenda navçeya Cindirêsê yên Efrînê bombaran kirin, ku bi vê binpêkirinê êrîşa Turkiyê dikeve roja xwe ya 37an de
Ne bi tenê artêşa Turkiyê binpêkirin encamdan , lê belê çekdarên YPG jî biryar bipê kir . Malperên ser bi PYDê ve raghandine ku çekdarên YPG oprasyon li gundên Izazê û navçeya Cindirêsê dijî artêşa Turkiyê û çekdarên Mertat Feratê pêkanîne
Êrîşa Turkiyê ser Efrînê di 20î meha 1ê despê kir û ta niha berdewam e , û di encam de bi dehan ji xelkê sivîl şehîd bûne û bi deh hezaran derbeder bûne.
Efrîn Berzanî
