1:54:00 PM
RojavaNews: Welatiyek bi navê Dilovan Izet Sîno di rewşeke nezelal de hate kuştin., ku wî red kiribû tevlî refên PYDê bibe û PYDê ragihand, ku ew şehîd ketiye, bê ku sedemên kuştinê werin xûyakirin.
Jêdreke taybet ji RojavaNews re ragihand,“ku welatî bi navê Dilovan Izet Sîno ji gundê Hisê ya ser bi navçeya Mabeta ve ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatibû revandin, ku wî red kiribû tevlî refên wan bibe û Piştî şeş rojan ji xistina wî di zindana PYDê de li gundê Kaxirê, ku 3 kîlometroyan dûre ji gundê wî, PYDê ragihand ku ew şehîd ketiye bê ku sedema kuştina wî were xûyakirin”
Heman jêderê got: “ku Dilovan bûye qurbaniya desthelata dêfekto li Efrînê, ku wî ji berî demekê red kiribû tevlî refên YPGê bibe û wan ew revand û xistin zindanê, tevî ku ew zindan nehatiye topbarankirin ji aliyê Tirkiyê ve û ragihandina wan ewe ku tewana wî di zindanê de were veşartin.”
Jêderine taybet tekez kirin, “ku bi sedan çekdarên PYDê yên ji şer û pevçûnan revîne, ku wan nikaribûn bi çekên sivik berevaniyê bikin û ew xistin zindanê û ew tewan kirin bi îxanetê û metirsî heye ku ewê werin ji navbirin û kûştin mîna Dilovan.”
Tê zanîn ku desthilata dêfekto li Efrînê berbirse di ber tawana ciwanan de ku ewên biryarên wan redkirine û ew berpesin di ber jiyana yên zindankirî de ku wan redkiribûn şer bikin di cengên PYDê yên tewş û bêwate
