6:31:41 PM
RojavaNews: Êrîşa Turkiyê ser Efrînê dikeve roja xwe ya 39an de û roj bi roj pêla derbederiyê ji ber êrîşên esmanî û bejayî ji aliyê balafir û topên Turkiyê zêde dibin .
Perçe vîdoyek li ser tora civakî ji aliyê çalakvanan hate belav kirin têde xelkê sivîl bi otombêl û pêdiviyên nav malên xwe ji gund û navenda Cindrêsê derbeder dibin û berê xwe didin navenda bajarê Efrînê .
Li gorî jêderên xwecihî ragihandine ku ji ber êrîşa tund li ser gundên sînorî wek Senarê û Anqelê û Qermîtliqê xelkê wan gundan derbeder bûne û tu nûçeyên rast derdarê kontrokirina çekdarên Mertala Feratê û artêşa Turkiyê ser wan gundan ne hatine piştrastkirin
Jêdera xwecihî da zanîn ku şerek giran navbera çekdarên Mertala Feratê û artêşa Turkiyê li aliyekî ve û çekdarên YPG li gundê Gewrika yê Mabeta û navçeya şiyê rûdan û ji ber armackirina gundê Omera sê welatiyên sivîl birîndar bûn û bo nexwexaneya Avrîn li Efrînê hatin veguhestin
Efrîn Berzanî
