YPGê 8 navçeyên rojhilatî Helebê radestî rêjîma Sûriyê kirin
YPGê 8 navçeyên rojhilatî Helebê radestî rêjîma Sûriyê kirin

YPGê 8 navçeyên rojhilatî Helebê radestî rêjîma Sûriyê kirin

1:53:14 PM

 

RojavaNews: Li gorî rêkeftinê di navbera çekdarên PYDê û rêjîma Sûriyê  de divê YPGê taxên û navçeyên di destê çekdarên  wan de li rojhilatê Helebê, radestî hêzên rêjîmê bike.

Jêderekê ji RojavaNews re ragihand ku , heya niha çekdarên ser bi PYDê ve bêhtirî 8 navçeyan li rojhilatê Helebê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirine  û di nav wan de, Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Bustan El-Paşa, Benî Zêd, Şêx Faris, Eyn El-Tel, Hullik û El-Heyderiyê.

 Li gorî heman Jêderê, ew rêkeftina di navbera herdu aliyan  de, wê hejmarek ji gundên bakurê Helebê jî li xwe bigire û di demeke nêzîk de, wê rêkeftin bê bicîkirin..

Li gorî jêdera navborî, ku berî niha jî hatibû xuyakirin, ku çekdarên YPGê navçeyên navhatî radestî rêjîma Sûriyê kirine, lê YPGê ew nûçe red kiribû.

Piştî mehekê ji destpêkirina operasiyona (Şaxê Zeytûnê) ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê  li Efrînê, fermandeyên YPGê rêkeftin li gel rêjîma Sûriyê kirin da ku Artêşa Sûryê derbasî Efrînê bibe û alîkariya YPGê bike, lê rêjîma Sûriyê li şûna artêşê, hêzên milîsên Şeibî ji bo Efrînê şandin.