7:49:18 PM
RojavaNews: er li Efrînê di roja xwe 41ê de ye, û roj bi roj binpêkirin derheqê sivîlan ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê û çekdarên YPG zêde dibin.
Jêderekê ji nav gundê Hisê yê Efrînê ji malpera RojavaNews re ragihand ku gundê Hisê gundekî aram bû û jimareyek ji xelkê derbeder li wî gundî bicih bibûn, lê ji ber danîna YPG ji topxaneyekê re û armackirina baregehên Tirkiyê li navenda gund , ew gund rastî êrîşên balafir û topên tirkiyê hatin.
Heman Jêderê da zanîn ku ji ber êrîşên tirkiyê, weltiyên sivîl şehîd û birîndar bûn , û ziyanên mezin giheşte mal û milkên xelkên gund.
Tevî ragihandina agirbesteke 30 rojî, lê Tirkiyê bi wê biryarê pabend nebû û êrîşên xwe berdema kir , û roj bi roj rewşa xelkên sivîl li gund û navça û navenda Efrînê zehmetir dibe
Efrîn Barzanî
