7:05:28 PM
RojavaNews: 42 rojin û êrîşa Turkiyê û şerûpevçûn li gund û navçeyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewamin.
Li gorî jêderên xwecihî radihandine ku duh bi awayekî tund gundê Meydankê rastî êrîşan hat û jimareyek mûşek û top li navenda gund û derdora gund ketin.
Gundê Meydankê ku bendava Meydankê li xwe digre , û ava vexwerina Efrînê û Izazê ji wê bendavê ye , ji despêka êrîşa Turkiyê ji 20î meha 1ê ta roja duh çend caran ew gund rastî êrîşên esmanî û bejayî hatiye
Li gorî pisporên endezyarî dibêjin ku bi armankirina bendava Meydankê metirsiyek mezin ji helweşandin û roxandinê heye , û eger hate helweşandin wê çarenivîsa zêdetirî nîv melyon kes di metirsiyê de be , û bi dehan gund wê werin roxandin.
Îro jî ji ber armanckirina artêşa Turkiyê û çekdarên Mertala Feratê ji gundê Kaxrê çend welatiyên sivîl şehîd bûn , û çend welatiyên din jî birîndar bûn.
Çekdarên Metala Feratê bi piştevaniya dewleta Tirkiyê operasyona xwe ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” li dijî Efrînê di 20ê meha bihûrî de destpê kir û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e û Herêma Efrînê bi giştî dorpêçkirî ye, tevî zêdebûna hejmara qurbaniyan û kêmbûna pêdiviyên jiyanê
Efrîn Berzanî
