Navçeyên Herêma Efrînê bi tundî têne bombebaran û topbarankirin
Navçeyên Herêma Efrînê bi tundî têne bombebaran û topbarankirin

Navçeyên Herêma Efrînê bi tundî têne bombebaran û topbarankirin

 10:22:45 PM

RojavaNews: Êrîşa Turkiyê ser gund û navçeyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê û şerûpevçûn berdewam dikin û bi taybet li navçeyên Raco û Cindirêsê.

Li gorî midyayên turkî ragihandine ku piştî şerekî giran li naveda Raco ew navçe kete bin destê wan de , lê çekdarên YPG wê redikin û dibêjin şer berdewamin .

Di berdewamiya kontrokirina artêşa Turkiyê û çekdarên Mertala Feratê ser gundên Efrînê , çekdarên beşdar di êrîşa Efrînê de perçe vîdoyek belav kirin û têde kontrol kirina ser gundê Etmana ragihandin.

li gorî jêderên xwecihî redighînin ku navçeyên Cindrêsê û Şera û Mabeta û Raco bi tundî ji aliyê balafir û topên artêşa Turkiyê û çekdarên Mertala Feratê ve têne armackirin , û di ancam de bi dehan malên xelkên sivîl têne rûxandin.

Êrîşa Turkiyê ser Efrînê di 20î meha 1ê despêkir û ta neha ew êrîş berdewam e.

Efrîn Berzanî