Artêşa Tirkiyê û Mertala Feratê dibêjin wê 3 navçeyên Herêma Erfînê kontrol bikin
Artêşa Tirkiyê û Mertala Feratê dibêjin wê 3 navçeyên Herêma Erfînê  kontrol bikin

Artêşa Tirkiyê û Mertala Feratê dibêjin wê 3 navçeyên Herêma Erfînê kontrol bikin

9:24:31 AM

RojavaNews: Duh Şemiyê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê ên Tirkiyê piştevaniya wan dike êrîşên xwe li ser 3 navçeyên Efrînê berdewamkirin  û bi tundî ew 3 navçe hatin bombebaran û topbarankirin û navçeyên Cindirêsê û Raco piştî şerekî giran ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin kontrolkirin.

Jêderekê li bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku ”navçeya Cindirêsê, Raco û Şera bi tundî hatin bombebaran û topbarankirin û şerekî giran di navbera hêzên Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê ji aliyekî ve û çakdarên YPGê ji aliyekî din ve hat rûdan û 2 navçe hatin kontrolkirin û hêzên Tirkiyê hewil didin ku navçeya Şera jî kontrol bikin û di encama êrîşa li ser  gundê Meşalê yê ser bi Şera ve sivîlek birîndar bû”.

Heman jêderê ragihand ku gundên derdoa Raco, Cindirêsê û Şera firokeyên şer ên Tirkiyê bi berdewamî li esmana Herêma Efrînê digeriyan û gelek gundên wan navçeyan bombebaran kirin û bi taybetî gundên navçeyên Raco mîna gundê Qêsim û Hec Xelîl hatin topbarankirin û welatiyên wan gundan bi temamî ji malên xwe derketin û berê xwe dane bajarê Efrînê.

Li gorî heman jêderê ku,  ”firokeyên şer ên Tirkiyê bi berdewamî li esmana navçeya Mabeta  û gelek gundên ser bi wê navçeyê ve  hatin bombebarankirin û di encama êrîşa li ser navenda navçeya Mabeta de 4 kesên sivîl birîndar bûn”.

Çekdarên Metala Feratê bi piştevaniya dewleta Tirkiyê  operasyona xwe ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” li dijî Efrînê di 20ê meha 1ê de destpê kir û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e û Herêma Efrînê bi giştî dorpêçkirî ye, tevî zêdebûna hejmara qurbaniyan û   roj bi roj pêdiviyên jiyanê bi taybetî li bajarê Efrînê kêm dibin.