11:41:28 AM
RojavaNews: Duh Duşemê, balefirên Tirkiyê naveda navçeya Cindirêsê ya bi ser Efrînê ve bombebaran kirin, di encamê de 13 sivîl şehîd ketin û bi dehan jî birîndar bûn, herwiha balefireke din ermanca otombîlekê jî kir û di encamê de du kes şehîd ketin û 22 jî birîndar bûn.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, “ku balefirên cengî ên Tirkikê, piştî hinek sivîl vegeriyan malên xwe, bi 75 rokêtan navenda Cindirêsê bombebaran kirin û di encamê de 13 kes şehîd ketin û bi dehan jî birîndar bûn û gelek mal jî hatin wêrankirin”.
Heman jêderê got, ku “duh, balefireke cengî otombîlek li ser riya Raco - Efrîn ku ji gundên xwe direviyan û dixwestin werin bajarê Efrînê, li beramberî gundê Berbenê ser bi navçeya Raco ve ermanc kir û di encama wê êrîşê de du kes şehîd ketin û 22 kes jî hatin birîndarkirin, di demekê de Tirkiyê ermanc û êrîşên li ser sivîlan red dike”.
Jêderine taybet gotin, “ku du kes bi navê Elî Xelîl Qadî û Reşîd Giro, ku dixwestin vegerin gundê xwe, Qermîtilq ser bi navçeya Şiyê ve, mayînek di bin lingê Elî de teqiya û di encama wê teqînê de Elî şehîd ket û Reşîd jî bi giranî birîndar bû.
Dewleta Tirkiyê êrîşên xwe li ser Herêma Efrînê di 20ê meha 1ê de ta niha bedewam in û di encama wan êrîşan de bi sedan sivîl di nav wan de zarok û jin jî hene bûn qurbanî û bi sedan jî hatin birîndarkirin, di demekê de Tirkiyê red dike ku ew tenê çekdarên YPG ên ser bi Partiya Karkerên Kurdidtanê ve armanc dikin.
