Pêşhateyên dawî yên Êrîşa Tirkiyê li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê
Pêşhateyên dawî yên Êrîşa Tirkiyê li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê

Pêşhateyên dawî yên Êrîşa Tirkiyê li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê

 

1:36:48 PM

RojavaNews: Êrîşa Turkiyê li ser Efrînê di roja xwe ya 45 an de ye , û derdûra navenda bajarê Efrînê rastî  topan hatin û bi taybetî  riya gundê Maratê û Çiyayê Lêlon , riya gundê Maratê nêzîkî taxa kolana Vêlat e , û Çiyayê Lêlon nêzîkî taxa Eşrefiyê ye .

 Ji ber armanckirina gundên sînorî weke  gundên navçeya Raco,Cindirêsê, Şiyê ,û Şera xelkê wan gundan neçar bûn derbeder bibin ,û berê xwe bidin navenda bajarê Efrînê .

Di dema ku hin malbatên gundên Raco  ji gundên xwe derbeder dibûn li çatriya gundê Berbenê karwana otombîlên wan rastî êrîşên esmanî ji aliyê balafirên Turkiyê hatin.

Di encama wê êrîşê de 22 ji xelkê sivîl birîdar bûn û zarokek biçûk û jineke temen dirêj şehîd bûn, û ew kesên birîndar ji bo nexweşxaneya Avrîn ya li bajarê Efrînê hatin veguhestin .

Jêdereke taybet got, “ku du kes bi navê Elî Xelîl Qadî û Reşîd Giro, ku dixwestin vegerin gundê xwe, Qermîtilq ser bi navçeya Şiyê ve, mayînek di bin lingê Elî de teqiya û di encama wê teqînê de Elî şehîd ket û Reşîd jî bi giranî birîndar bû.

Efrîn Barzanî