12:07:45 PM
RojavaNews: Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian li pêşya Komîteya Karûbarên Derve ya Parlemantoyê ragihand, civaka navdewletî bi piştevaniya Neteweyên Yekgirtî li ser bicîhkirina biryara rawestandina şer li Xûteya Rojhilat dike, ku divê êrîşa Artîşa Tirkiyê li ser Efrînê naye piştguhxistin.
Jean-Yves Le Drian got: "Hikûmeta Frensa çendîn car ev daxwaz ji berpirsên Tirkiyê kiriye û tekez jî kiriye, ku Frensa ji destwerdana Tirkiyê li dijî çekdarên bi ser YPGê ve li Efrînê dilgiran e û çendîn car jî me ji Tirkiyê xwestiye ku wê operasyona xwe rawestîne".
Herwiha. Le Drian amaje bi wê yekê jî kir, ku Fransa çendîn caran ev yek ji berpirsên Tirkiyê re gotiye. Herweha dilgiraniya Fransa ji encamdana êrîşa xwe li ser Herêma Efrînê gihandiye Enqerê û ji wan xwestiye êrîşê rawestîn e.
Berî niha jî di pêwendiyeke telefonî de, serokê Frensa Emmanuel Macron daxwaz ji serokê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan kiribû, operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê rawestîne, lê vê daxwaza Macron berpirsên Tirkiyê dilgiran kiribû û wan gotin ku dewleta Tirkiyê bi biyara Nendewlet nepabende.
Dewleta Tirkiyê êrîşên xwe li ser Herêma Efrînê di 20ê meha 1ê de ta niha bedewam e û di encama wan êrîşan de bi sedan sivîl di nav wan de zarok û jin jî hene bûn qurbanî û bi sedan jî hatin birîndarkirin, di demekê de Tirkiyê red dike ku ew tenê çekdarên YPG ên ser bi Partiya Karkerên Kurdidtanê ve armanc dikin.
