12:55:16 PM
RojavaNews: ParlementerênHDPê, di Parlamentoya Tirkiyê de, diyar kirin, ku li Efrînê Artêşa Tirkiyê qirkirinê pêktîne û ji ber vê gotinê ew rastî êrîşa çend parlementerên AKPê hatin.
Duh bi şev di Parlamentoya Tirkiyê de, operasyona Artêşa Tirkiyê ya li Efrînê, bû sedema derketina aloziyan. Parlementerê HDPê Mehmûd Togrul da diyar kir, ku Artêşa Tirkiyê li Efrînê qirkirinê pêktîne.
Li hember vê yekê, parlementerên AKPê bi van gotinan dilgiran bûn û hin ji wan êrîşî parlementerên HDPê kirin.
Ew parlementerên AKPê dan gotin, ku kes nikare di nav parlamentoya Tirkiyê de, li dijî leşkerên Artêşa Tirkiyê tiştekî bêje, ji ber ku leşker ji bo welatê xwe şer dikin û piştî van gotinan, wan parlementeran êrîşî hejmerak ji parlementerên HDPê kirin.
Di encama pevçûna bidestan de, parlementerên HDPê Mehmûd Togrul û Muslîm Dogan birîndar bûn.
Dewleta Tirkiyê êrîşên xwe li ser Herêma Efrînê di 20ê meha 1ê de ta niha bedewam e û di encama wan êrîşan de bi hezaran ji navçe û gundên xwe kuçber bûn û bi sedan jî sivîl di nav wan de zarok û jin jî hene bûn qurbanî û bi sedan jî hatin birîndarkirin.
