8:24:28 PM
RojavaNews:Şandeke serokatiya Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê li gel şandeke desteya danustandkar ya Sûriyê bi serokatiya Nesir El-Herîrî civiya .
Di civîna yekê de ku li ser daxwaza desteya danustandkar ya Sûriyê bû û tekezî li ser çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê li gorî biryarên encûmena ewlehiyê ya Navdewletî , û kongira Riyad 2 hate kirin .
Ji aliyê xwe ve şanda serokatiya Encûmena Niştîmî ya kurd li Sûriyê tekezî li ser taybetmendiya gelê kurd û mafên neteweyî yên gelê kurd di destûra nû ya Sûriyê de hate kirin , û herweha daxwaz kirin ku endamên komîteya nivîsandina destûr bi dadperwerane werin dabeşkirin , û girngî bi çareseriya siyasî weke çareya tekane ji bo kirîza Sûriyê were dan .
Di dawiyê de herdu aliyan li ser wê çendê rêkevtin ku divê civînên rawêjkarî berdewam bin di navbera herdu aliyan de ji bo paşeroja Sûriyê.
