9:07:44 AM
RojavaNews: Duh, li Diyarbekirê teqînekê rûda û di encama wê teqînê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 4 kesî din jî birîndar bûn.
Duh, li Diyarbekirê li navçeya navendî ya Rezan di dikaneke nêzîkî Girtîgehê de hilberîna balonan dikir de tupê ji gaza helyum tijî teqîya û kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî medyayan, ku duh nîvro teqîneke bi dengeke bilind çê bû. Camên gelek xanî û kargehên li nêzîkî cihê bûyerê bûn şikestin û teqîn li gelek deverên bajêr hat bihîstin.
Li gorî ragihandina Rêveberê Ewlekariya Bajêr Tacetîn Aslan, ku xwediyê wê karhegê mulet wernegirtibû û destûr tune bûye ku wî karî bike û di derbarê bûyerê de lêpirsin berdewam e.
