9:42:58 AM
RojavaNews: Bi helkefta salroja jinê ya cîhanî, Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, daxuyaniyek belav kir û têde got di dîrokê de jina kurd herdem li gel mêrên kurd şan bi şan xebat û têkoşîn kiriye.
Di daxuyaniya Polîtbîroya PDK-Sê de hatiye, ku ji dema kurd û kurdistan ji aliyê çar welatan ve hatiye dagîrkirin û setem li ser jina kurd hatiya kirin , lê tevî wê çendê jî jina kurd kariye gavine mezin di riya hişyarî û têgihiştinê di demeke kurt de bavêje.
Polîtbîroya PDK-Sê serbar kir û go, piştî ku jina kurd riya xwendinê girte ber tevgera jinê pêşketin bi xweve dît , û hevşanê mêr dest bi xebata neteweyî û siyasî kir , rola jina kurd di hemû bûyarên jiyanê de xuyaye û nayê veşartin.
Polîtbîroya PDK-Sê di daxuyaniya xwede serbar kir ku jina kurd ji bilî xebata siyasî û neteweyî riya xebata leşkerî jî girte ber xwe, bi pêşmergeya kurdistanê zanî , û di raperîna sala ( 2004 ) de jina kurd roleke wê ya girîng di birêve birin û encamdana xwenîşandanan de hebû û herweha roleke çalak di karên Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê dîtiye .
Derbarê mafê jina kurd polîtbîroya PDK-Sê , got, ku ji bilî hişyarkirina civaka kurdî pêwîsta jina kurd berdewam berevaniyê di ber mafê xwede bike heta ku yeksanî di civaka kurdî de dirust bibe , û PDK-Sê berdewam girngyeke taybet daya jina kurd û berdewam kar û xebat ji bo bi destxistna mafê jinê kiriye.
Di dawiya daxuyaniyê de, polîtbîroya PDK-Sê, bi helkevta salroja cîhanî ya jinê pîrozbahiyê li hemû jinên cîhanê bi giştî û jina kurd bi taybetî kir , û hêvî xwest ku di pêşveçûn û serkevtinê de berdewam be , û hemû hêviyên xwe bi destve bîne .
