Topbaranên tund li derdora bajarê Efrînê berdewam in û metirsî ji debasbûna Artêş Tirkiyê navenda Efrînê
Topbaranên tund li derdora bajarê Efrînê berdewam in û metirsî  ji debasbûna Artêş Tirkiyê navenda Efrînê

Topbaranên tund li derdora bajarê Efrînê berdewam in û metirsî ji debasbûna Artêş Tirkiyê navenda Efrînê

 

12:06:13 PM

RojavaNews: Îro ji destpêka sibehê ve, topbaranên tund li derdora bajarê Efrînê dikevin û metirsî  ji debasbûna Tirkiyê navenda Efrînê û Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bang li Komisyona Bilinda ya Mafên Mirovan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve kir, ku bi hewara welatiyên  Efrînê ve biçe.

Li gorî Jêderên  ji bajarê Efrînê ji RojavaNewsre rgihandin, ku ji destpêka sibehê  ve Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi navê Artêşa Niştîmanî yên ser bi Hikûmeta Demkî a Opozisiyonê ve derdora bajarê Efrînê bi tundî topbarankirin û metirsî heye ku karesetek mirovî were rûdan.

Ji aliyekî din ve Riwangeha Sûrî li ser malpera xwe bangek derbarê rewşa bajarê Efrînê belav kiriye û têde daxwaz ji Komisyona Bilind a Mafên Mirovan kiriye  ku, bi hewara Efrînê ve biçe û jiyana xelkê wê biparêze.

Diyar jî kir, ku ji destpêka operasyonên artêşa Tirkiyê ve li ser navçeyên Efrîn û heya niha, bi sedan welatiyên sivîl canên xwe jidest dane û metrisî heye hejmara qurbanyan bilindtir bibe û PYDê jî rê nade sivîlan ku ji Efrînê derkevin û berve cihên aram biçin.

Riwangehê amaje bi mişextbûna nêzîkî 12 hezar kes ji Efrînê kiriye, ku ber bi herdu navçeyên Nubbil û Zehra ve çûne û rêbendên rêjîma Sûriyê li herdu deverên navhatî, rê nadin mişextên Efrînê ku derbasî navçeyên aram yên di destê wan de bibin û yên derbasbe divê ji 1000$ heya 2000$ ji bo derbasbûnê bidin .

Dewleta Tirkiyê êrîşên xwe li ser Herêma Efrînê di 20ê meha 1ê de ta niha bedewam in û di encama wan êrîşan de bi hezaran  sivîl kuçberî bajarê Efrînê bûne û metirsî heye ku hêzên Tirkiyê derbasî bajarê Efrînê bibin û karesetek mirovî were rûdan.