Serkirdeyekî PDK_Sê û hevjîna wî li Efrînê şehîd bûn
Serkirdeyekî PDK_Sê û hevjîna wî li Efrînê şehîd bûn

Serkirdeyekî PDK_Sê û hevjîna wî li Efrînê şehîd bûn

5:57:39 PM

RojavaNews: Serkirdeyekî Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriye û hevjîna xwe li Efrînê ji ber teqîna mayinekê bi otombêla wan de şehîd bûn.

Roja 7.3.2018, di dema serkirdeyekê PDK-Sê Mihemed Ebdulkerîm û hevjîna xwe dixwestin vegerin mala xwe, li ser rêya gundê Meydankê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê mayinek bi wan de teqiya û herdu şehîd bûn.

Mihemed Ebdulkerîm ku bi bavê Bangîn tê naskirin endamê Desteya Rawêjkarî ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriyê li Efrînê bû, û heftê Adara 2018an ew û hevjîna xwe ji ber teqîna mayinekê şehîd bûn.

Ev ne cara yekê ye ku mayin di welatiyên Efrînê de diteqin, şeşê meha siyan jî ber mayinek bi herdu welatiyên gundê Qermîtliq yê navçeya Şiyê Elî Xelîl Qadî û Reşîd Giro de teqiya, di encam de Elî Xelîl Qadî şehîd bû û Reşîd Giro jî birîdar bû.

Efrîn Barzanî