PYDê endamekî PDK-Sê revand
PYDê endamekî PDK-Sê revand

PYDê endamekî PDK-Sê revand

 9:22:18 AM

RojavaNes: Roja Çarşema bihûrî Çekdarên ser bi PYDê ve li navçeya Rimêlanê, endamekî komîteya  şaxî ya Partiya Demokrata kurdistan  - Sûriya revand.

Jêderekê  ji RojavaNews re  ragehand,  ku desthilatdariya ser bi PYDê ve roja çarşema bihûrî Haşim Şêx Zahir endamê komîteya şaxî ya PDK-Sê,  ji bo vekolînê li gel wî vexwendî kir,  û piştî ku nav hatî serdana wan aliyan kir hate binçavkirin .

Heman jêderê got, ku Haşim Şêx Zahi ji gundê Şebek e ya ser bi navçeya Çel Axa ve  û navhatî li Rimêlanê ji aliyê şhkdarên ser bi PYDê ve  hat binşavkirin.

Wî jêderî serbarkir û got, ku Haşim Şêx Zahir nexweşiya dil pêre heye , û rewşa wî ya tendirustî ne başe .

PYDê tometbare bi binçavkirina dost û hevalên PDK-Sê û ENKSê û ta nih bi dehan di zindanên wan de ne û bi taybet ji wan, birêz EbdulRehman Apo û parêzer Idrîs Elo û Ehmed Sîdo nehatina serbestberdan.