Artêşa Tirkiyê êrîşa xwe li ser Herêma Efrînê berdewam e û pêşhateyên dawî

11:13:08 AM

RojavaNews: Îro,  êrîşa li ser Efrînê dikeve roja xwe ya 52an de û hîn jî bombebaran û topbaran berdewam in û bajarê Efrînê bi giştî hatiye  dorpêçêkirin, herweha hejmara qurbaniyan ku yên têne kuştin bi mayînan ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatine çendin zêde dibe.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand ku piştî nîvê şevê topek li ser riya Cindirêsê li bajarê Efrînê ket û bi dengê teqînê re derî û pencereyên malan hejandin, herweha topek din jî li nêzîkî nanxana El+Zera ket li taxa Zêdiyê li bajarê Efrînê ket û gelek ziyznên madî gihane malên wan taxan.

Heman jêderê ragihand, duh Yekşemê ku dema malbatek dixwet bi meşê ji bajarê Efrînê derkevê piştî otombîla xwe li şûn xwe hêştin li ser riya Tirindê, mayînek çandî bi wan de teqiya û di encamê teqînê de kes bûn qurbanî û hejmareke din birîndarbûn.

Jêderekê din tekez kir ku welatiyek bi navê Îbrahîm Reşîd Xatûnê ji navçeya Şiyê ye , mayînek di bin lingê wî de teqiya û di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da û bû qurbanî ku çekdarên PYDê ew mayîn ji berî demekê hatibû çandin

Tê zanîn ku  rewşa mirovî bi giştî ketiye kareseteke dijwar hin ji qutbûna ava vexwarinê û hin jî ji kêmbûna nan û pêdiviyên rojane  û roj bi roj rewşa nişteciyên bajarê Efrînê aloztir dibe û metirsî zêde dibe,  ji ber PYDê nahêle welatî ji bajêr xwe derkevin û wan ji xwe re weke mertal bi kar tînin  û yên derdikevin jî ew li ser riya Nublê  rastî diwariyê ji rengekî din dibin.

RojavaNews: Îro êrîşa li ser Efrînê dikeve roja xwe ya pêncî û dudyan û hîn jî bombebaran û topbaran berdewam in û bajarê Efrînê bi giştî hatiye  dorpêçêkirin, herweha hejmara qurbaniyan ku yên têne kuştin bi mayînan ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatine çendin zêde dibe.