Welatiyên navçe û gundewarên Herêma Efrînê vedigerin malên xwe tevî astengiyên çekdarên YPGê
Welatiyên navçe û gundewarên Herêma Efrînê vedigerin malên xwe  tevî astengiyên çekdarên YPGê

Welatiyên navçe û gundewarên Herêma Efrînê vedigerin malên xwe tevî astengiyên çekdarên YPGê

2:03:57 PM

RojavaNews: Şerê Tirkiyê li ser efrînê kete roja xwe ya 54an de û hîn jî şer bedewam e. Bajarê Efrînê bi giştê hatiye dorpêçkirin ji çend rojan ve û welatiyên ku hatibûn bajêr neçar dibin vegerin şûn û warîên xwe ji ber aramiyek li wan gundan peyda bûye.

Jêderekê ji bajarê Efrênî ji RojavaNews re ragihand, ku li hin devran şerûpevçûn di navbera  çekdarên YPGê û çekdarên Artêşa Niştimanî yên ser bi Tirkiyê ve berdewam e, û bajarê Efrînê bi giştî hatiye dorpêçkirin û çekdarên YPGê astengiyan ji welatiyan re çê dikin ku venegerin gundên xwe.

Heman jêderê ragihand, ku duh Sêşemê karwaneke mezin ji welatiyan bi otombîlên xwe ve vegerîn gundên xwe û bi taybet gundewarên navçeya cindirêsê û Şiyê û ew bi aramî gihiştine gundên xwe, tevî  çekdarên PYDê astengî ji wan re kiribûn.

Herwiha, wî jêderê tekez kir ku  îro, Çarşemê, karwanekî din ji bajarê Efrînê berve gundewarên navçeya Raco ve diçe û ew karwan ji aliyê çekdarên YPGê tê astengkirin ku nehêlin bi aramî vegerin malîn xwe, herwiha walatî neçar dibin li ne li gundên xwe bicih bibin , herwiha mayinek ku çekdarên PYDê çandibû teqiya û di encama wê teqînê de hejmarek sivîl bûn qurbanî û himareke din brîndar bûn

Tê zanîn ku hejmara qurbaniyan zêde dibe ji ber teqandina mayînên çandî ku çekdarên ser bi PYDê ve li şûna xwe hiştibûn û neşteciyên wan gundan metiriyên xwe xûya dikin û bang dikin ku bi zûtirîn dem ew mayîn werin hilkirin.