10:20:16 AM
RojavaNews: Duh Çarşemê firokeyên cengî ên Tirkiyê navend û derdora bajarê Efrînê bi tundî bombebaran kirin, di encama wan bombebaranan de bi dehan kes bûn qurbanî û birîndar bûn û şerê kolanan ta vê demê berdewam e.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku duh ber êvarê firokeyên cengî bi tundî taxa Eşrefiyê û gundê Turindê yên ser bi bajarê Efrînê ve bombenaran kirin û di encama wan bombebaranan de hejmarek sivîl bûn qurbanî û bi dehan brîndar bûn.
Heman jêderê ragihand, ku taxa Vêlat li navenda bajarê Efrînê bi dehên mûşekan ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî yên ser bi Hikumeta Demkî ve hate topbarankirin û di encama wan topbaranan de 7 kes ji sivîlan bûn qurbanî û 25 jî birîndarbûn û bo nexwaşxana Avrîn hatin veguhaztin û ta niha bi dehan termên qurbaniyan tê de hene û nehatin .
Wî jêderê tekez kir, ku taxa Mehmodiyê ya bajarê Efrînê ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî yên ser bi Hikumeta Demkî ve hatiye kontirolkirin û ta niha şerekî giran di navbera çekdarên YPGê û Artêşa Niştimanî li wê kolanê berdewam e, herwiha çekdarên YPGê sivîlên bajarê Efrînê wek mertal ji xwe re bikar tînin û nahêle ti kes ji kolanê derkeve.
Tê zanîn, bajarê Efrînê bi giştî hatiye dorpêçkirin û şerûpevçûn di navbera hedu aliyan de bewdewam e û kareseteke mirovî hatiye rûdan ji ber bombebaran û topbaranê û tinebûna pêdiviyên xwarinê û qutbûna ava vexwarinê.
