Çekdarên ser bi PYDê ve bi zora çekan rênadin karwanên sivîlan vegerin navçe û gundên xwe
Çekdarên ser bi PYDê ve bi zora çekan rênadin karwanên sivîlan vegerin navçe û gundên xwe

Çekdarên ser bi PYDê ve bi zora çekan rênadin karwanên sivîlan vegerin navçe û gundên xwe

12:36:18 PM

RojavaNews: Piştî bombebaran û tobaranên tund ji  duh û ta vê demê ve li ser navend û derdora bajarê Efrînê, welatiyên li  Efrînê dijîn dixwazin jê derkevin û berve gundên xwe biçin, ji ber aramiyek li wan deveran peyda bûye, lê çekdarên YPGê bi tundî û bizora çekan rê nedan karwanên sivîlan vegerin navçe û gundên xwe, xûyaye ew dixwazin wan sivîlan ji xwe re wek mertal bikar bînin.

Jêderekê ji navçeya Şiyê  ji RojavaNews re ragihand, ku karwanek ji sivîlan bi otombîl û terektorên xwe  ve ji bajarê Efrînê bi rê ket û berê xwe da navçeya Şiyê  û gundewarên wê, lê çekdarên YPGê ew karwan li nêzîkî gundê Hechesna  rawestand û bi zora çekan rênedan wî karwanî ku  biçe wê deverê û wan çekdaran sivîl  neçar kirin vererin cihê xwe.

Jêderekê ji bajarê Efrînê  ragihand, karwanekî mezin ji sivîlan bi otombîlên xwe ve vegerin gundên xwe û bi taybet gundewarên navçeya cindirêsê lê dema ew karwan vedigeriya, çekdarên PYDê astengî ji wan re kiribûn û ji nû ve vegerandin cihên xwe.

Herwiha, wî jêderê tekez kir ku  duh, Çarşemê, karwanekî din ji bajarê Efrînê berve gundewarên navçeya Raco ve diçe û ew karwan ji aliyê çekdarên YPGê hate rawestandin û astengkirin, herwiha walatî neçar dibin li gundê Gobekê bi cih bibin.

Tê zanîn ku hejmara qurbaniyan zêde dibe ji ber teqandina mayînên çandî ku çekdarên ser bi PYDê ve li şûna xwe hiştibûn û neşteciyên wan gundan metiriyên xwe xûya dikin û bang dikin ku bi zûtirîn dem ew mayîn werin hilkirin ku bi aramî vegerin gundên xwe.