Efrîn di nava agir de dişewite
Efrîn di nava agir de dişewite

Efrîn di nava agir de dişewite

8:49:55 PM

RojavaNews: Bajarê Efrînê îro bûye roja xwe ya sisiyan di nava agir de dişewite ji ber bombebaran û topbaranên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî berdewam in û di encama wan êrîşan bi dehan şehîd bûne û bi dehan jî birîdar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ji şeva bûrî ve firokeyên şer yên artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike û şerê kolanan li bajarê Efrînê berdewam e.

 Li gor hejmara qurbaniyên ku Rewangehê belge kirine, ta niha 18 welatiyên sivîl şehîd bûne ku di nava wan 5 zarok hene. Her wiha zêdetir ji 45 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gor jêderine taybet ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihandin, ku Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê ji du rojan ve gundên Maratê, Xelnêrê, Keferşîlê û Coqê yên li aliyê rojavayê Efrînê kontol kirin û nêzîkî taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bûne û hewl didin di wê taxê re derbasî bajarê Efrînê bibin.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku îro derdorî nîvro komkujiyek hate rûdan û çekdarên YPGê û çekdarên Artêşa Niştimanî hevdu tomebar dikin bi berpirsiya vê komkujiyê û di encama ê de bi gehan bûn qurbanî û bi dehan jî birîndarbûn.

Êrîşa Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 56emîn de berdewam e, li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, ta niha 245 welatiyên sivîl ku ji nava wan 41 zarok in û 26 jin in şehîd bûne û bi sedan jî birîndar bûne. 

Herwiha Rewanghê duh ragihandibû, ji encama bombebarana tund a firokeyên Tirkiyê li ser navenda bajarê Efrînê, di heyama 24 demjimêran de, nêzîkî 30 hezar kes ji Efrînê derketine.

Tê zanîn ku ji ber  şerûpevçûnan piraniya welatiyên Efrînê ji Efrînê direvin û berê xwe didin deverên di bin kontrola rêjîm  Sûriyê li Heleb, Nubil, Zehra. Herwiha hejmarek  jî ji wan vedigerin gundên xwe yên  ku ketine bin kontrola artêşa Tirkiyê û  çekdarên opozisyonê de.