Efrîn: Deriyên zindanan vekirî ne, çarenivîsa girtiyên siyasî ne diyar in
Efrîn: Deriyên zindanan vekirî ne, çarenivîsa girtiyên siyasî ne diyar in

Efrîn: Deriyên zindanan vekirî ne, çarenivîsa girtiyên siyasî ne diyar in

10:47:23 PM

RojavaNews:Li Efrînê Asayişa PYDê deriyên zîndana vekirin û hemû girtiyên di zîndanan azad kirin, lê çarenivîsa endamê Komîta Navendî ya PDKSê Ebdilrehman Apo ta niha ne diyar e.

Hevjîna Ebdilrehman Apo ji RojavaNews re da zanîn, ew îro çû zîndana navendî û zîndana dadgehê ya li Efrînê da ku hevjînê xwe bibîne, lê endamên asayişê ku hemû bi cilên sivîlan bûn jê re gotin, ti girtî di zîndanan de nîn in.

Û dema wê li çarenivîsa hevjînê xwe pirsî, jê re gotin, deriyên zîndanê vekirî ne û ti agahiyên wan li ser Ebdilrehman Apo nîn in.

Hevjîna serkirdeyê PDKS bang li hemû rêxistinên yasayî û navdewletî kir, ku alîkariya wê bikin ji bo diyarkirina çarenivîsa hevjînê wê, ku ji zêdetir ji heşt mehan ve ye ji aliyê asayişa Efrînê ve girtî bû.

Endamê Komîta Navendî ya PDKSê Ebdilrehman Apo ji meha Tîrmeha sala 2017an ve ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû girtin, lê bi dirêjahiya dema girtina wî ti carî nehatibû dadgehkirin û ti siza li wî nehatibû spandin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên artêşa niştimanî ya ser bi hikûmeta demkî ya opozîyona Sûriyê li ser Efrînê ji 20ê meha yekê ve berdewam e, li gor jêderên ji Efrînê ku ti çekdarên YPGê û asayişê li bajêr nemane.

Her di wê çarçovê de û li gor malbatên girtiyan, ta niha çarenivîsa girtiyên siyasî wek Ebdilrehman Apo, Îdrîs Elo û Ehmed Sîdo ta niha ne diyar in. Li gor malbatên wan jî asayişa PYDê di ber jiyana wan de berpirs in.