1:15:17 AM
RojavaNews: Sersala nû ya Kurdî û cejina netewî Newroz li hemû kurdistaniyan bi taybet ya Serokê me yê rêzdar kak Mesûd Barzanî û malbatên serbilind yên Şehîdan û penaberên kurd û kesên Sivîl yên zor û zordarî lê hatî kirin li Efrînê û Pêşmergên qareman û hemû kadir û endam û layingerên û cemawerê partiya me pîrozdikin.
Kurdistaniyên hêja:
Newroz cejina netewa Kurd bo me cihê pîrozî û taybetmendiyê ye bi wata azadî û rêzgarbûn ji sîtem û zordariyê ye û bidestxistina serbestî û azadî bi miletê Kurd.
Kurdistan bi tevayî evro dibin rewşek ne aramî derbasdibê û çareserî û tekerê ku miletê Kurd yekrêzî û yekhelwesta xwe li xwedî derkevin û bibin berevanê pirioja netewa Kurd li jêr serweriya serokê netewa Kurd kak Mesûd Barzanî da ku em bighên mafê xwe yê rewa .
Dubare cejina Newrozê li we pîrizbê.
Mekteba Peywendiyên niştîmanî ya Partî Dîmoqratî Kurdistan- Sûriya.
Hewlêr 20/3/2018.
