RojavaNews: Ji ber metirsiya Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştîmanî jimareyek derbderên bajarê Efrînê gehiştine bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê .
Îsam Elhisên rêveberê karûbarên kar û civakê li parêzgeha Hesekê ragehand , ku bi dehan malbatên derbderên bajarê Efrîna rojavayê kurdistanê, ku bihtira wan jin û zarok bûn gehiştne gundê Til Nesrî li gundewarên rojavayê bajarê Hesekê .
Rêveberê karûbarên kar û civakê serbarkir û got ku pêşwazî li wan derbideran hate kirin , û pêdiviyên pêwîst yên jiyana rojana ji wan re hatine pêşkêşkirin .
Îsam Elhisên serbarkir û got, ku ew derbderê Efrînê ji ber metirsiya çekdarên Artêşa Niştîmanî û Artêşa Tirkiyê derbderê bajarê Hesekê bûn.
Jêderekê li nava Til-Rifhetê JI RojavaNews re ragihand, ku çekdarên YPGê gefan li walatiyên Efrînê dixun ku wan bi basan bibin Hesekê û ev kar cihê metiriyê ye ji ber guhartina dîmografî li Efrînê.
Tê zanîn piştî 16ê meha Adarê bi hezaran welatî ji Efrînê derbeder bûn û li Nubilê û Til-Rifhetê û gundewarên Şêrawa belav bûn lê çekdarên YPGê dixwazin wan bi zorê bibine parêgeha Hesekê û ji aliyê xelkê Efrînê bûye cihê metirsiyê.
