Mêrkel: binpêkirinên li Efrînê hatine rûdan neyên pejrandin
Mêrkel: binpêkirinên li Efrînê hatine rûdan neyên pejrandin

Mêrkel: binpêkirinên li Efrînê hatine rûdan neyên pejrandin

1:22:12 PM  

RojavaNews: Serokwezîra Almaniyayê Angela Mêrkel binpêkirinên,  ku li Efrînê hatine kirin bi tundî şermezar kir û ragihand, ew kiryar nayên pejrandin. 

Serokwezîra Almaniya Angela Mêrkel di derbarê operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê got bûyerên li wê derê nayêne pejrandin.

Merkel da zanîn ku li Efrînê bi hezaran kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kesên din jî koçber bûne, yan jî bi zorê ji malên xwe hatine derxistin,ev yek jî bi ti awayî nayê pejrandin.

Herweha Serokwezîra Almanyayê  got: “Li gel berjewendiyên rewa yên ewlehiya Tirkiyeyê rûdanên li Efrînê nayêne pejrandin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê roja Yekşemê 18ê Adarê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr ragihandin û hezaran walatî derbederbûn.