9:54:43 AM
RojavaNews: îro, Şemiyê , welatiyên derbeder bûne derveyî sînorê Efrînê dixwazin weke karwan vegerin cih û warên xwe, lê çekdarên ser bi PYDê ve riyê li wan digrin û nahêlin ew derbeder derbas bibin.
Jêderekê ji Tinibê ji RojavaNews re ragihand, ”dema welatiyên ku ji Efrînê derbeder bûne dixwazin vegerin şûn û warên xwe, lê çekdarên ser bi PYDê ve rêbend li pêşiya wan danîne û nahêlin welatî vegerin û ew dixwazin wan welatiyan bi darê zorê ji nûve vegerînin bajarê Til- Rifetê û Fafûnê.”
Heman jêderê tekez kir ku ”welatî û çekdarên PYDê berbiheva çûn û wan dixwasitin wê rêbendê derbas bikin lê wan çekdaran ew bi darê zorê bişûnde vegerandin û welatî ji rêbendê derbas nebûn û ew li wir matmayî man.”
Li gorî hin jêderên taybet ragihandin ku ji berî demekê du karwan ji welatiyên Efrînê vegerîne gundewarên xwe, lê PYDê astengî ji wan re jî diruskiribûn û li dawiya dawî ew bi aramî derbasî Efrînê bûn.
Tê zanîn ku PYDê nahêle welatiyên Efrînê derbeder bûne vegerin cih û warên xwe û dixwazin wan ji xwe re wek mertal bi kar bînin yan jî wan derbasî Rojhilatî Feratê bikin.
