1:25:07 PM
RojavaNews: Îro Duşemê mayînek di nava avahiyekê de Teqiya û di ancama wê teqînê de avahiyek bi giştî hat rûxandin û sê malbat tê de bûn qurbanî û roj bi roj di rûdana teqîna mayinan di bin avahiyên welatiyên Herêma Efrînê de zêde dibe.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku li taxa Eşrefiyê ya ser bi bajarê Efrînê ve mayînek, ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatiye çandin, ji berî demekê ve, di nava avahiyekê de Teqiya û di ancama wê teqînê de avahiyek bi giştî hat rûxandin û sê malbat tê de bûn qurbanî û ta niha hejmara qurbaniyan nehatiye zanîn.
Heman jêderê tekez kir ku bi sedan mayîn ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve di nav mal û milk û avahiyên welatiyên Efrînê de ku hatine çandin tên teqandin û hejmara qurbaniyan zêde dibe, ku ji berî çend rojan mayîn li navenda bajarê Efrînê û taxa Mehmodiyê di avahiyan de teqiyan û di encama teqînan de bi dehan avahî hatin rûxandin û bi dehan kes bûn qurbanî û bi dehan jî birîndar bûn.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê û welatiyên Efrînê di metirsiyeke giran de ku dema vegerin malên xwe dijîn.
