Efrîn: Mayînên ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine hejmara qurbaniyan zêde dike
Efrîn: Mayînên ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine  hejmara qurbaniyan zêde dike

Efrîn: Mayînên ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine hejmara qurbaniyan zêde dike

12:44:30 PM 

RojavaNews: Duh roja Duşemê hinek mayînên, ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine di nava malên welatiyên Efrînê de teqiyan û di encama wan teqînan de  hejmarek ji sivîlan  bûn qurbanî  û ew mal û avahiyên sivîlan  bi giştî hatin rûxandin û roj bi roj rûdana  teqîna mayînan di bin mal avahiyên welatiyên Herêma Efrînê de zêde dibe.

Jêderekê ji gundê Qêsim ji RojavaNews re ragihand, ku welatiyek bi navê Ehmed Mohemed Şêxo 30 salî ji gundê Qêsim yê ser bi navçeya Reco ve, mayînek di bin lingê wî de teqîya û di encama teqînê de bû qurbanî û ta niha ew ji bin keviran nehatiye derxistin û mala Betal Dîko û Tahêr Dîko bi giştî hatin rûxandin.

Jêderekê ji bajarê Efrînê  ji RojavaNews re ragihand, duh Duşemê li taxa Eşrefiyê ya ser bi bajarê Efrînê ve mayînek, ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatiye çandin ji berî demekê ve, di nava avahiyê  de Teqiya û di encama wê teqînê de avahî  bi giştî hat rûxandin û malbata Ehmed Xelîl Hesen, ku ji 7 kesan bûn bi giştî bûn qurbanî.

Heman jêderê tekez kir, ku duh Duşemê mayînekî din, ku hatibû çandin ji aliyê çekdarên PYDê ve li gundê Meydankê ya ser bi navçeya Şera teqîya û di encama wê teqînê de kesek ji malbata Hemdoş bû qurbanî û kesekî din birîndarbû û hate veguhaztin bo nexwaşxanekê li bajarê  Kilisê li Tirkiyê û ew mal bi giştî hate rûxandin. 

Heman jêderê tekez kir, ku ji berî çend rojan hejmarek ji mayînan li navenda  bajarê Efrînê û taxa Mehmodiyê di avahiyan de  teqiyan û di encama  teqînan de bi dehan avahî hatin rûxandin û bi dehan kes jî bûn qurbanî û bi dehan jî birîndar bûn.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê  û welatiyên Efrînê ku dema vegerin malên xwe di metirsiyeke giran de  dijîn û bang dikin ku ew mayîn bi zûtirîn den werin hilkirin.