Artêşa Tirkiyê operasyona xwe li ser Tel-Rifatê dest pê kir
Artêşa Tirkiyê operasyona xwe li ser Tel-Rifatê dest pê kir

Artêşa Tirkiyê operasyona xwe li ser Tel-Rifatê dest pê kir

2:02:04 PM 

RojavaNews: Firokeyên cengî ên Tirkiyê ji bo cara yekem baregehên rêjîma Sûriyê û YPGê li Til-Rifatê bombebaran kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê firokeyên cengî yên Tirkiyê, duh şev li dijî bingehên YPGê yên li Til- Rifatê operasyoneke asmanî kirine. Îro jî hejmarek leşkerên Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî ên ser bi Hikumeta Demkî ve ber bi Til-Rifatê operasyon dane destpêkirin.

Medyayîn opozîsyona Sûriyê li ser zarê serkirdeyekî leşkerî yê Feyleqa Sêyemîn bi navê Ramî Ebû Behcet belav kirin, şeva bûrî firokeyên Tirkiyê baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rêjîma Sûriyê li gundên Um-Hoş, Ehres û Wehşiyê yên nêzîkî Til-Rifatê bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî ên ser bi Hikumeta Demkî ve  piştî êrîşa 2 mehan roja 18ê Adarê derbasî Efrînê bûn, berî çend rojan jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, ewê piştî Efrînê biçin Til-Rifatê.

Bajarokê Til Rifatê bi 25 K.M li rojavayê Efrînê dikeve, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di meha Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozîsyonê kontrol kiribû.