9:15:42 AM
RojavaNews: Îro Çarşemê, şandeke ji Ofîsa Peywendiyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê wê çend civînan li Londonê paytexta Brîtaniyayê bêk bîne.
Şanda Desteya Peywendiyan ku ji her yek ji Kamîran Haco serokê desteyê û Ibrahîm Biro Endamê desteyê bi her yek ji Martin longdin berpirsê doseya Sûriyê di hikûmeta Brîtaniyayê de û Bort alîstiyar berpirsê doseya Rojhilata Navîn û Efrîqayê di hikûmeta Brîtaniyayê de bicivin.
Mijarên civînê wê giftûgokirina rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê û Efrînê bi taybetî be.
