Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em amedene alîkariyan bigihînin welatiyên Herêma Efrînê
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em amedene alîkariyan bigihînin welatiyên Herêma Efrînê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em amedene alîkariyan bigihînin welatiyên Herêma Efrînê

11:48:25 AM 

RojavaNews: Hejmarek ji koçberên Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê gihîştin Başûrê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed jî dibêje, em amadene  hevkariya koçberên Efrînê bikin.

Jêderekê, ku lîsteyek ji navên koçberên Efrînê radestî birêz Mûsa Ehmed kiribû ji RojavaNews re ragihand, û wî weha  got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya hemû xelkê belangaz e, bi taybet ji Kurdê me re jî em wek erk li ser milê xwe dibînin. Me amarên wan wergirtine û tiştê ji destê me bê em kêmasiyê tê de nakin û emê bi zûtirîn dem alikariya wan bikin.”

Mûsa Ehmed got jî: “Ji destpêkê ve me hemû hewlên xwe dan ji bo gihandina alîkariyan ji xelkê Efrînê re û serperişyarê dezgehê Mesrûr Barzanî jî got ku dixwazin alîkariyan bigihînin xelkê Efrînê, lê ji ber rewşa şer me nikarîn bigihin wî bajarî û niha jî ew hewla me berdewam e bo gihandina alîkariyan ji bajarê Efrînê re.”

Tê zanîn bi derbasbûna Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji nava Efrînê re, mal û milkên Efrîniyan rastî dizî û talanê hatin û li gor zanyariyan niha rewşa mirovî li Efrînê di rewşeke metirsîdar de ye û xelkên Efrînê pêdiyên wan bi alîkariyeke bi lez heye.