Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî rêgiriyê li welatiyên gundên Efrînê digrin
Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî rêgiriyê li welatiyên gundên Efrînê digrin

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî rêgiriyê li welatiyên gundên Efrînê digrin

11:55:38 AM

RojavaNews: piştî hin derbederên Efrînê li gundewarên navçeya Şêrewa vegerîne Herêma Efrînê, Artîşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî ên ser bi Tirkiyê ve welatiyan li hin navçe û gundewarên li derdora wê bi ti awayî nahêlin derbasî gundên xwe bibin û ev kiryar bûye cihê pirsê û metirsiyê.

Jêderekê ji navçeya Şiyê ji RojavaNews re ragihand, ”ku piştî hin welatî gîhabûn şûn û warên xwe û bi taybet li navçeya Şiyê,  Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve welatiyan li hin cihan kom dikin  û bi sedemên bigûman nahêlin vegerin gundên xwe”.

Heman jêderê tekez kir, ku ”welatiyên gundê Qermîtilq ku derbasî Efrînê bûne û li gundê Hesîrkê û navçeya Şiyê bi cih bûne û ew dixwazin bi zûtirîn dem vegerin gundê xwe, lê Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi Tikiyê ve bi ti awayî nahêlin vegerin wî gundî û welatî di metirsiyekê de ne ku malên wan bi giştî werin talankirin û li cih û şûnwarên wan hineke beyanî bicih bikin û ew vê mal bimînin û li gor wî jêderê hin malbatên nenas li Qermîtliqê bi cih bûne”.

Tê zanîn ku Artîşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wan ve di  18ê vê mehê de bajarê Efrînê kontrol kirin û dest bi rûxandina hin simbolên netewê kirin û pişt re mal û dikan û terektor û wesayêtên  welatiyên Kurd bi giştî talan kirin û derbasî Ezazê û Kilisê kirin û niha jî nahêlin welatî vegerin cihên xwe û metirsî heye bê şûnûwar bimînin.