9:29:44 AM
RojavaNews: Berpirs û çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) civînan ji welatiyên Efrînê re lidar dixin û ji wan re dibêjin û gefan li wan dixun ku ew venegerin şûnûwarên xwe.
Jêderekê ji bajarê Til-Rifatê ji RojavaNews re ragihand, ku ”berpirs û çekdarên ser bi PYDê ve rojane civînan li welatiyên Efrînê re lidar dixin û gefan li wan dixun ku venegerin malên xwe û ew dibêjin eger ti kes vegere ew îxanetê bi doza xwe dike ji ber Herêma Efrînê hatiya dagîrkirin ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve”.
Heman jêderê tekez kir, ku ”civînên wan berdewam in û ji welatiyan re tekez dikin ku bi ti awayî wan nahêlin vegerin Efrînê û eger daxwazên wan vegera Efrînê be, divê bervê wan bidin Herêma Cizîrê ya ser bi parêzgeha Hesekê, ku li wir bi cih bibin”.
Tê zanîn ku roja 16ê vê mehê çekdarên ser bi PYDê ve ji bajarê Efrînê vekişiyan û di mekefonên mizgeftan de bang li welatiyan kirin ku ji Efrînê derkevin û ew bi darê zorê bi xwe re birin û weke mertal ji xwe re bikar anîn û li ndevera Şehbayê bi cih bûn û neh PYDê rêgiriyê li wan digrin ku venegerin.
