Efrîn: Du Welatî ji ber teqîna Mayînan bûn qurbanî
Efrîn: Du Welatî ji ber teqîna Mayînan bûn qurbanî

Efrîn: Du Welatî ji ber teqîna Mayînan bûn qurbanî

4:58:10 PM 

RojavaNews: Jêderekê ji gundê Ereba  ji RojavaNews re ragihand,  ku îro Duşemê, mayînek di bin lingê welatîkê bi navê Xêriyê Cimkê ji gundê Ereba yê ser bi navçeya Mabeta ve teqiya û di encama wê teqînê de jiyana xwe ji dest da û mala wê hat rûxandin.

Heman Jêderê ragihand, ku duh roja Yekşemê mayînekî din di mala  Nîdal Osman ji gundê Ereba yê  ser bi navçeya Mabeta ve teqîya û di encama wê teqînê de jiyana xwe ji dest da û mala wî jî bi giştî hat rûxandin.

Ev ne cara yekê ye, ku mayînên çekdarên PYDê Çandine li seranserî Herêma Efrînê dema vedigerin malên xwe di bin lingê wan welatiyên Efrînê  de yek li rex yekî diteqin û di encama wan teqînan de  hejmarek ji welatiyan bûne qurbanî û bi taybet teqînên ku li bajarê Efrînê hante rûdan û bi dehan mal hatin rûxandin û be dehan kesên sivîl bûn qurbanî.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê  û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de dijîn û bang li rêxistinên mirovî  dikin  ku ew mayîn bi zûtirîn dem werin paqijkirin.