Laşê zarokekî 3ê salî li nêzîkî kampa Barîke hate dîtin
Laşê zarokekî  3ê salî li nêzîkî kampa Barîke hate dîtin

Laşê zarokekî 3ê salî li nêzîkî kampa Barîke hate dîtin

10:06:12 PM 

RojavaNews: Duh roja Yekşemê, Zarokê 3 salî yê ji bajarê Kobanî ku roja Pênşemiya derbasbûyî li kampa Barîke li Silêmaniyê winda bûbû, piştî 3 rojan laşê wî li nêzêkî kampê hate dîtin.

Zarokê 3 salî yê bi navê Mistefa Elî Ebdî roja Pêncşemiyê 29ê Adara 2018ê derdora demjimêr 13.00ê nîvro winda bûbû, Kesên ku laşê zarok dîtine, dibêjin xwîn li ser laşê wî hebûye.

Polîsê Silêmaniyê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, piştî ku hêzên polîs û tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê, termê wî zarokî bo pizîşkiya dadê hate şandin

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin li ser Ekrana Rudawê , welatiyekî deverê ku mijûlî karê cotkarî û çandiniyê bûye, termê wî zarokê ji Rojavayê Kurdistanê dîtiye û û piştre agahî daye malbata wî.

Bavê wî zarokî, Elî Ebdî xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye û ew heyama 3 sal û nîv e ku li Başûrê Kurdistanê koçber e.