Çekdarên Artêşa Niştimanî rêgiriyê li termên welatiyên Efrînê digirin ku di goristana gundên xwe de werin veşartin
Çekdarên Artêşa Niştimanî rêgiriyê li termên welatiyên Efrînê digirin ku di goristana gundên xwe de werin veşartin

Çekdarên Artêşa Niştimanî rêgiriyê li termên welatiyên Efrînê digirin ku di goristana gundên xwe de werin veşartin

1:32:08 PM

RojavaNews: piştî hin derbederên Efrînê li gundewarên navçeya Şêrewa vegerîne Herêma Efrînê,  çekdarên Artêşa Niştimanî ên ser bi Tirkiyê ve astengiyan ji welatiyan re çê dikin û eger çend malbat derbasî Herêmê bûne, lê çekdarên li gundan  nahêlin gundî vegerin gundên xwe û ta rêgiriyê li termên welatiyan digirin ku di goristana gundên xwe werin veşartin.

Jêderekê ji navçeya Şiyê ji RojavaNews re ragihand, ” piştî karwanek ji derbederên xelkên gundê Qermîtliqê  bi termê welatiyekê re bi navê Nazliyê Mustefe Beglero gîhabûn navçeya Şiyê çekdarên Artêşa Niştimanî rêgirî li wî karwanî girtin û  nehêştin termê wê welatiyê li goristana gundê Qermîtliqê  bi axê were spartin û termê wê li goristana gundê Erendê bi axê hate spartin”.

Heman jêderê tekez kir, ku ”welatiyên gundê Qermîtilq ku derbasî Efrînê bûne û li gundê Hesîrkê û navçeya Şiyê bi cih bûne û ew dixwazin bi zûtirîn dem vegerin gundê xwe, lê çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi ti awayî nahêlin vegerin wî gundî û welatî di metirsiyekê de ne ku malên wan bi giştî werin talankirin û li cih û şûnwarên wan hineke beyanî bicih bikin û ew vê mal bimînin û li gor wî jêderê hin malbatên nenas li Qermîtliqê bi cih bûne”.

Tê zanîn ku Artîşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wan ve di  18ê vê mehê de bajarê Efrînê kontrol kirin û dest bi rûxandina hin simbolên netewê kirin û pişt re mal û dikan û terektor û wesayêtên  welatiyên Kurd bi giştî talan kirin û derbasî Ezazê û Kilisê kirin û niha jî nahêlin welatî vegerin cihên xwe û metirsî heye bê şûnûwar bimînin û ta vê deme talan berdewam e