Efrîn: Mayînek li gundê Qêsim teqiya û 4 kes birîndar bûn
Efrîn: Mayînek li gundê Qêsim teqiya û 4 kes birîndar bûn

Efrîn: Mayînek li gundê Qêsim teqiya û 4 kes birîndar bûn

10:47:37 AM 

RojavaNews: Duh roja Çarşemê, mayînek , ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine di nava malên welatiyên Efrînê de li gundê Qêsim yê ser bi navçeya Reco ve, teqiya û di encama wê teqînê de  çar sivîl birîndar bûn û ew hatin veguhaztin bo nexwaşxana Kilisê û  mala wan bi giştî hat rûxandin.

Jêderekê ji gundê Qêsim ji RojavaNews re ragihand, ku mayînek di nava mala Îsmet Eli  de teqiya li gundê Qêsim yê ser bi navçeya Reco ve û di encama wê teqînê de 4 sivîl bi giranî birîndar bûn û ew bo nexwaşxana Kilisê hatin veguhaztin û mala Îsmet Eli  bi giştî hate rûxandin.

 Heman jêderê ragihand, ku ji berî demekê welatiyek bi navê Ehmed Mohemed Şêxo 30 salî ji gundê Qêsim yê ser bi navçeya Reco ve, mayînek di bin lingê wî de teqîya û di encama wê teqînê de bû qurbanî  û mala Betal Dîko û Tahêr Dîko bi giştî hatin rûxandin.

Ev ne cara yekêye mayînên, ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine  li bajarê Efrînê û gundewarên wê teqîyan, wek gundên: Qermîtliqê, Ereba, Qirîgolê, taxa Eşrefiyê û Mehmodiyê û navenda bajarê Efrînê û di encama van teqînana de bi dehan kes bûn qurbanî û bi dehan kes jî birîndar bûn û hejmarek mal û avahî  bi giştî hatin rûxandin.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê  û welatiyên Efrînê ku dema vegerin malên xwe di metirsiyeke giran de  dijîn û bang dikin ku ew mayîn bi zûtirîn den werin hilkirin.