Efrîn: Artêşa Tirkiyê li rêbenda Kîmarê nahêle karwana derbederan derbas bibe
Efrîn: Artêşa Tirkiyê li rêbenda Kîmarê nahêle karwana derbederan derbas bibe

Efrîn: Artêşa Tirkiyê li rêbenda Kîmarê nahêle karwana derbederan derbas bibe

 

 2:01:49 PM

RojavaNews: Artêşa Tirkiyê ji çar jojan ve nahêle deberderên Efrînê, ku ew di  rêbenda Nibulê ji berî çend rojan derbas bûne, piştî her ji malbatekê 5000 hezar Lêreyên Sûrî dabûn çekdaran ta gihane rêbenda Kîmarê û ew li ser riya kîmarê asê mane û DI rewşeke gelek zehmet de dijîn û ji aliyê Arsêta Tirkiyê ve rastê gotinên xerab hatin.

Jêderekê ji gundê Kîmarê ji RojavaNews ragihand, “Artêşa Tirkiyê û ji çar rojan ve, nahêle derbederên  Efrînê debasî Efrînê bibin û herin malên xwe û gotinên xerab ji wan re dibêjin û ji wan re dib;jin dive hûn  vegerin cihên jê hatine.”

Heman jêderê got, “ku derbeder li ser wê riyê asê mane û ji rewşa sermayê û kêmbûn û tinebûna pêdiviyên xwarinê rewşa wan gelek xerabe û hîn jî nahêlin termê ciwanekî ji wî gundî di rêbendê re derbas bibe û malbata wî ciwanî matmayî maye  ku li kîjan goristanê bi axê were spartin.”     

Tê zanîn, derbederên li wê rêbendê bang li hemû Rêxistinên Mafnasî û Navdewletî ku fişarê ji ser Hikumeta Tirkiyê bikin ku çareyekê ji wan bibînin û debasî Efrînê bibin.