9:44:01 AM
RojavaNews: Duh roja Şemiyê, mayînek , ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine di nava malên welatiyên Efrînê de, li gundê Şêx yê ser bi navçeya Reco ve, teqiya û di encama wê teqînê de 2 sivîl Şehîd bûn û yek jî birîndarbû û yê birîndar hate veguhaztin bo nexwaşxana Kilisê û mala wan bi giştî hate rûxandin.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku mayînek di nava mala Fethî Şêx Mihemed de teqiya li gundê Şêx yê ser bi navçeya Reco ve û di encama wê teqînê de 2 sivîl bi navê Şêrvan Fethî Şêx Mihemed û Ebdo Mihiyêdîn Şêx Ebdî bûn qurbanî û yekî din jî bi navê Mohemed Ebdulmutelêb Şêx Ehmed birîndarbû û kesê birîndar bo nexwaşxana Kilisê hate veguhaztin û mala Fethî Şêx Mihemed bi giştî hate rûxandin.
Heman jêderê ragihand, ku ji berî demekê, mayînek li gundê Qêsim teqiya û di encama teqînê de welatiyek bû qurbanî û mayînekî din Jî teqîya û di encama wê teqînê de 3 kes birîndarbûn û malên wan bi giştî hatin rûxandin.
Ev ne cara yekêye mayînên, ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine li bajarê Efrînê û gundewarên wê diteqîyan, wek gundên: Qermîtliqê, Ereba, Qorîgolê, taxa Eşrefiyê û Mehmodiyê û navenda bajarê Efrînê û di encama van teqînana de bi dehan kes bûn qurbanî û bi dehan kes jî birîndar bûn û hejmarek mal û avahiyên welatiyan bi giştî hatin rûxandin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de dijîn û bang dikin ku ew mayîn bi zûtirîn dem werin hilkirin û paqişkirin.
