Efrîn: Heyşt rojin derbederên li ser rêbenda Kîmarê asê mane
Efrîn: Heyşt rojin derbederên li ser rêbenda Kîmarê asê mane

Efrîn: Heyşt rojin derbederên li ser rêbenda Kîmarê asê mane

4:48:23 PM

RojavaNews: Artêşa Tirkiyê ji heyşt jojan ve nahêle derberder û bêhtirî  400 otomobîlên xwe yên veguhaztinê li ser rêbenda kimarê darbasî Efrînê bibin, ku ew bi zehmetî û peran ji rêbenda çekdarên Nibulê ya ser bi rêjîma Sûriyê ji berî çend rojan xwe derbas kiribûn, ta gihane rêbenda Kîmarê û ew li ser riya kîmarê bi hezaran asê mane û  li ber serma û baranê di rewşeke gelek zehmet de dijîn û ta vê demê Arsêta Tirkiyê rê nade wan ku derbasî Efrînê bibin.

Jêderekê ji ser rêbenda Kîmarê ji RojavaNews re ragihand, “Artêşa Tirkiyê û ji heyşt rojan ve, nahêle karwanek ji bêhtirî 400 otomobîlên veguhaztinê ji derbederên Efrînê debasî Efrînê bibin û berve  malên xwe herin û hin caran wan şûnde vedigerînin û astengiyan ji wan re çêdikin û ji wan re dibêjin divê hûn vegerin cihên jê hatine û ev kiryar bûye cihê metirsiyê û pirsê û ta vê demê çarenivîsa derbederan nediyare .”

Heman jêderê tekez kir, ku hin welatî bi piyan û dizî di nava zeviyan re xwe ji rêbendê xelas kiribîn û berê xwe dabûn Efrînê, lê leşkerên Tirkiyê gule di sere wan de reşandin ku vegerin cihên xwe. 

Heman jêderê got, “ku derbeder li ser wê riyê asê mane û li ber dîwar û sêncan şev û rojên  xwe li ber serma û baranê  derbas dikin û ji ber kêmbûn û tinebûna avê û pêdiviyên xwarinê rewşa wan gelek xerabe û bi taybet zarok û yên temen dirêj ku nexwaşî di nav wan de zêde dibe û ta vê demê ti alîkariyên mirovî ji derbederan re nehatiye pêşkêş kirin.”   

Ji aliyekî din ve çekdarên Artêşa Niştimanî û bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê li ser rêbenda gundê Atmê riyê ji welatiyên Xûtayê û malbatên çekdarn re vedikin ku derbasî Herêma Efrînê bibin û di malên xelkê bi cih bibin û bi taybet bicihkirina wan li gundê Qermîtliqê.

Tê zanîn, Encûmena Efrînê ya nû bang li waliyê Tirkiyê li bajarê Efrînê kir da ku derbederên li ser  rêbenda Kimarê  berdin jiber ew matmayî mane li ser wê riyê û dubare bang li hemû Rêxistinên Sivîl û Mirovî û  Mafnasî û Navdewletî dikin ku fişarê li  ser Hikumeta Tirkiyê bikin da ku bi zûtirîn dem ew rêbend were vekirin û derbederên asê mane debasî Efrînê bibin.