5:59:52 PM
RojavaNews: Duh şandek ji Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê û Hikometa Sûriyê Demkî û erkana çekdarên Artêşa Azad bi Encûmena Sivîlan ya Efrînê li Tirkiyê civîya .
Jêderekî taybet ji bajarê Xazî Êntab ji RojavaNews re ragehand, ku duh civînek navbera encûmena sivîlan û şandek ji opozisyona Sûriyê li bajarê Xazî Êntabê yê Tirkiyê hate lidarxistin û mebest ji wê civînê çawanîya rêvebirina Herêma Efrînê bû .
Jêdera taybet tekez kir ku, 115 kes ji kurd , Erbên Emêrat, Turkuman û kurdên êzîdî hatine destnîşankirin da ku her şeş navçeyên Efrînê û gundên wê bi rêvebibin.
Tê zanîn, ji wan kesan 103ê Kurdin û 11e Erebin û 1 jî Tirkmane û Herêma Efrînê wê li paşerojê birêve bibin.
