Efrîn:Çekdarên ser bi opozisyonê ve di talan û binpêkirinên mafên mirovan de berdewam in
Efrîn:Çekdarên ser bi opozisyonê ve di talan û binpêkirinên mafên mirovan  de berdewam in

Efrîn:Çekdarên ser bi opozisyonê ve di talan û binpêkirinên mafên mirovan de berdewam in

11:55:03 AM

RojavaNews: Piştî dagîrkirina Herêma Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê ên ser bi wan ve, çekdarên opozisyonê li seranserî gund û navçeyên Efrînê dest bi talan û dizî û malwêrankirina mal û milkên welatiyan kirin û ev rengên binpêkirin û talanên malan ji aliyê çekdaran ve berdewam in.

Jêderên taybet li hin gundên Efrînê ji RojavaNews re rgihandin, ku çekdarên opozisyonê, piştî malbatên xwe di gund û navçeyên Herêma Efrînê de bicih kirin û bi darê zorê malên welatiyan desteser kirin, êdî dest bi dizî û talan û binpêkirina mafên mirovan kirin û hin mal jî  ji xwe re kirine  embar ji bo kelûpelên diziyê û bi dahan welatî hatie  binçavkirin û ew ji aliyê çekdaran ve rastî eşkenceyên tund têne û  kesên gazina dikin li cem efserên Tirkiyê, ew rastî eşkenceyên tund tên û mal û gundên Efrînê bi habûna çekdaran di nava malên gundiyan de  bûye cihê metirsiyê û jiyana gundiyên Efrînê îro bûye mîna zindankiriyan. 

Li gundê Qêsim hijmarek  ji malên welatiyên wî gundî hatine desteserkirin û malên vala ku xwediyên wan li dervayî Herêma Efrînê ne, ew mal têne talankirin û dema hin welatî gazina  li ser wan dikin ew bi şev têne  revandin û bi tundî rastî  eşkenceyê tên  bi sedema gazina wan li ba efserên Tirkiyê, hewiha hin welatî bi sedemên cûda têne binçavkirin û bi wan re vekolîn têne kirin û bi zorê jî jimarên telefonên xurtên wan yên li derveyî Efrînê jê distînin û bi tundî ew rastî eşkenceyê tên.

Jêderekê ji gundê Qermîtliqê ji RojavaNews re ragihand, ku bihtir ji 100 malî li  wî gundî ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozosyonê ve hatine desteserkirin û bêhtir 80ê  ji sedî ji malan hatine talankirin û di wan malan de bicih bûne, herwiha nahêlin derbederên gund vegerin malên xwe  da ku malên wan talanbikin û li gor wî jêderê bi dehên çekdaran barhilgir anîne û dane ber malan û bi temamî kelûpelên malan xistine wan barhilgiran û cihekî  nediyar hatine birin.

Rêveberê dibistana Feysel Qedûr li bajarê Efrînê , Mihemed Dawod û Xûşka wî  bi navê Semîra, ku ji gundê Mûskê ne yê ser bi navçeya Raco ve û ji çend salan ve li Raco niştecî bûne, malên wan ji  aliyê çekdarên opozisyonê bi temamî hatine talankirin û pişt re ew mal hatine şewitandin û li gorî zanyariyan ew kesayetiyên serbixwe ne û bi ti aliyan ve negirêdayî ne.

Çekdarên opozisyona Sûriyê li Herêma Efrînê di talankirina  malan  û binpêkirina mafên mirovan de berdewam in û bi hezaran malên welatiyên Efrînê desteserkirine û roj bi roj eşkenceya welatiyan zêde dibe û êdî ev rewş nayê pejirandin û welatî ji Hikumeta Tirkiyê dixwazin bi zûtirîn dem van çekdaran ji gundên Herêma Afrînê derxînin û li şûna wan polîsên leşkerî bicih bikin.