Efrîn: li navçeya Cindirêsê Çekdarên “ Ceyş El-Şerqiye” êrîşî malekê kir
Efrîn: li navçeya Cindirêsê Çekdarên “ Ceyş El-Şerqiye” êrîşî malekê kir

Efrîn: li navçeya Cindirêsê Çekdarên “ Ceyş El-Şerqiye” êrîşî malekê kir

1:24:52 PM

RojavaNews: Duh, şeva Yekşemê, grûpeke nenas bi şev êrîşî mala Cimik li navçeya Cidirêsê kir û gef da xwediyî malê û bi darê zorê 5000 dolarên Amerîkî ji xwediyê male stand.

Jêderekê ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re ragihand, ku duh, şeva Yekşemşê grûpeke ser bi  çekdarênCeyş El-Şerqiyêêrîşî mala welatiyekî bi navê Cimkê kir û gefên bi çekan li wî xwarin ku peran nedê wan û pişt re bi darê zorê 5000 dolarî Amerîkî ji xwediyê malê stand û bi cihekî nediyar ve çûn û ev kiryarên ji aliyê van grûpan ve li gelek gundên Herêma Efrînê têne dubarekirin.

Heman jêderê tekez kir, ku hin milsên çekdar ji Idlibê bi rêyên taybet derbasî navçeya Cindirêsê bûne û yek ji wan grûpan nas bûye bi navê Çekdarên “ Ceyş El-Şerqiye” û çekdarên vê grûpê ne biser Artêşa Niştimanî ve ne, lê tenê karê talanê û diziyê dikin û bi dare zorê peran ji welatiyên Herêma Efrînê distînin.

Çekdarên hin grûpên nenas û bi piştevaniya  Çekdarên opozisyona Sûriyê li Herêma Efrînê di talankirina  malan  û binpêkirina mafên mirovan û standina peran bi dare zorê de berdewam in û bi hezaran malên welatiyên Efrînê desteserkirine û êdî ev rewş nayê pejirandin û welatî ji Hikumeta Tirkiyê dixwazin bi zûtirîn dem van çekdaran ji gundên Herêma Afrînê derxînin û li şûna wan polîsên leşkerî bicih bikin.