Efrîn: Bi dirêjiya du hefteyan ti çareserî ji derbederên li ser rêbenda Kîmarê nehatiye dîtin
Efrîn: Bi dirêjiya du hefteyan ti çareserî ji derbederên li ser rêbenda Kîmarê nehatiye dîtin

Efrîn: Bi dirêjiya du hefteyan ti çareserî ji derbederên li ser rêbenda Kîmarê nehatiye dîtin

12:41:11 PM 

RojavaNews: Grûpên Artêşa Niştimanî û Artêşa Tirkiyê ji du heftiyan ve nahêlin derberderên Efrînê li ser rêbenda Kîmerê, ku  ji 400 otomobîlên veguhaztinê pêk tên darbasî  Efrînê bibin û ew bi hezaran asê mane û  di rewşeke gelek zehmet de dijîn û ta vê demê ew rê nadin derbederan ku derbasî Efrînê bibin û yên bi piyan gihane Efrînê ew li ser rêbenda Başûrê gundê Turindê rastî pişkinînê tên, di dema ku bi sedan malbatên wan grûpan û hin malbatên ji Xûtayê bi hesanî di rêya Atmê re derbasî Efrînê dibin û di malên welatiyan de bicih dibin.

Jêderekê ji ser rêbenda Kîmarê ji RojavaNews re ragihand, “Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wan ve ji du heftiyan ve, nahêlin derbederên Efrînê, ku ji 400 otomobîlên veguhaztinê yên derbederan debasî Efrînê bibin û ber bi  malên xwe ve herin û ew neçar dibin bi pêyan û dizî xwe  ji wê rêbendê xelaskin û ev kiryar bûye cihê metirsiyê û pirsê û ta vê demê çarenivîsa derbederan nediyare û ti çareserî jê re nehatiye dîtin.”

Heman jêderê tekez kir, ku hin welatî bi piyan û dizî di nava zeviyan re xwe ji rêbendê xelas kiribûn û hin caran jî otombîlên xwe jî derbas kiribûn û berê xwe dabûn Efrînê, lê leşkerên Tirkiyê û hin çekdarên opozisyonê komên axê danîne ser rêya  li Başûrê gundê Turindê li rex bajarê Efrînê da ku otombîl derbasî bajêr nebin û yên bi piyan bê otombîlên xwe derbas dibin ew li ser rêbenda çatriya Turindê ji aliyê leşkerênTirkiyê rastî pişkinînê tên.  

Heman jêderê got, “ku derbeder li ser wê rêyê asê mane û li ber dîwar û sêncan şev û rojên  xwe li ber sermayê derbas dikin û ji ber kêmbûn û tinebûna avê û pêdiviyên xwarinê rewşa wan gelek xerabe bi taybet zarok û yên bi temen ku nexwaşî di nav wan de zêde dibe û ta vê demê ti alîkarî ji derbederan re nehatiye pêşkêş kirin û yên asê mane neçar dibin bi piyan û zehmetî di nava çiyan re debasî Efrînê bibin.”    

Ji aliyekî din ve çekdarên Artêşa Niştimanî û bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê li ser rêbenda gundê Atmê riyê ji welatiyên Xûtaya Rojhilat û malbatên çekdarn re vedikin ku derbasî Herêma Efrînê bibin  û di malên welatiyan de mîna gundên navçeya Raco û Cindirêsê û Şera de bi cih bibin .

Bihtir ji 150 hezar ji Derbederên Nibul û gundewarên Ezazê û li gundewarên navçeya Şêrewa û li ser  rêbenda Kimarê  matmayî mane û bang li Encûmena Sivîl li Efrînê ya nû û hemû Rêxistinên Sivîl, Mirovî, Mafnasî û Navdewletî dikin ku fişarê li ser Hikumeta Tirkiyê bikin da ku bi zûtirîn dem ew rêbend were vekirin û derbederên asê mane debasî Efrînê bibin û desteserkirin û talankirina malên welatiyan were sekinandin.

M. Qadî