1:16:10 PM
RojavaNews: Welatiyên gundê Berava yê ser bi navçeya Şera ve ji aliyê çekdarên opozisyonê yên ser bi Turkiyê ve rastî eşkenceyên hovane tên û jiber hovîtiya wan çekdaran, welatî neçer dibin ji malên xwe derkevin û li gundê Çema bicih bibin.
Jêderekê ji navçeya Şera ji RojavaNews re ragihand, ku çekdarên li gundê Berava rojê sê caran welatiyan li navenda gund kom dikin û vekolînê bi wan re dikin û ji wan re dibêjin çek li ba we hene û divê hûn çekan radestî me bikin û dema welatî dibêjin ti çek li ba me tineye ew bi tometa hebûna çekan rastî eşkenceyên hovane tên û jiber hovîtiya wan çekdaran, welatî neçar dibin ji gundê xwe derbeder bibin û li gundê Çema bicih bibin.
Heman jêderê tekez kir, ku çekadrên opozisyonê welatiyek bi navê Muhemed Omer kurê Henan ji gundê Berava binçav kir bi tometa, ku wî çek ji PYDê re dibirin û têkliyên wî bi PYDê re hene û ew bi tundî rastî eşkenceyê hat, lê li gorî welatiyên wî gundî dibêjin ti têkiliyên wî bi PYDê re nine û malbata Mihemed Omer neçer bû ku derbederî gundê Çema bibe.
Ev ne cara yekêye, welatiyên gundên Efrînê rastî binçevkirin û eşkenceyan tên bi tometên nerawa û bê bingeh, mîna welatiyên ji gundê Qêsim û ji nevçeya Raco û Cindirêsê û caran malên wan talan dikin û pişt re dişewitînin.
Bajarê Efrînê û bi sedan gund piştî18 ê meha bihûrî ji aliyê çekdarên opozisyonê ve rastî talan û diziyê hatin û bi sedan jî malên welatiyan hatin desteserkirin, herwiha binpêkirina mafên mirovan ji aliyê van çekdaran ve berdewam e.
